1 March 2026 - 11:26
Larîcanî di peyamekê de bi boneya şehadeta rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî Gelê Îranê rê nade cudaxwaziyê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî li peyamekê bi boneya şehîdbûna rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê rê nade cudabûnê.

Ligorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)–ABNA—- lî Larîcanî sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya welêt li peyamekê bi helkefta şehîdbûna rêberê giranqedr ê  Şoreşa Îslamî, bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê rê nade cudabûnê.

 Di peyama Elî Larîcanî de wiha hatiye gotin:

Bi vê zilma ku li ser Rêbertiya Îranê kirin, gel ewqas aciz kirin ku tu carî nagihîjin daxwazên xwe.

Guman nekin ku hevgirtina gel dê zêdetir bibe û gelê Îranê rê nade cudaxwaziyê. Ev hezkirina ji bo Îranê di eslê îraniyan de heye û ev yek şaş e ku mirov bi tedbîrên wiha bigihêje encamê.

Bersiva Îranê ji wan re zelal e. Îro zarokên vî gelî, leþkerên wê yên leheng bi tevahî amade ne. Yên ku li kêleka mûşekên Îranê radiwestin, ji saetên destpêkê yên operasyona xwe ya ku operasyoneke hovane bû, bûn şahid ku ji kêliyên destpêkê ve mûşekên Îranê bi ser wan de hatin avêtin û ev ji bo wan êş bû; Û îro ewê bi êştir biçin cem wan.

Divê Amerîkiyan zanibin ku dilê gelê Îranê xistine; Ji ber vê yekê wê dilê wan bişewite. Ji ber vê yekê reftarên hêzên me yên çekdar îro dê ji roja berê pir xurtir be.

.............

Dawiya peyamê/

Tags

    Elî Larîcanî

    cudaxwaz

Your Comment

You are replying to: .
captcha